Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Welat TV - Hewlêr
Îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, û Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî civiyan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, "Di civînê de, rewşa Sûriyê û Kurd û pêkhateyên li wî welatî hate gotûbêjkirin, her weha di derbarê geşedanên herêmê, girîngiya parastina aramiyê û rûbirûbûna metirsiyên terorê de, danustandina bîr û ramanan kirin".
Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir "Mazlûm Ebdî spasî û rûmeta xwe ji bo piştgiriya berdewam a Serok Nêçîrvan Barzanî û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ji bo mafên Kurd û pêkhateyên li Sûriyê nîşan da. Her di civînê de, tekezê li ser pêwîstiya diyalog û lihevkirina aliyên kurdî li Sûriyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi Şamê re kir".
Çend pirsên din ên cihê girîngiya hevbeş, mijareke din a civînê bûn.