Rêveberiya Avê li Hesekê: Rewşa bendava başûrê Hesekê aram e
Welat TV - Hewlêr
Rêveberiya Avê li Hesekê ragihand ku tu gef li ser bendava başûrê Hesekê tune ne piştî derketina avê ji beşekî wê.
Rêvebirê Avê li Hesekê Ebdulezîz Emîn îro ji ajansa Sana re da zanîn ku tu gef li ser bendava başûrê Hesekê tune ne piştî derketina avê nêzîkî westgeha avê ye jimare 13 a bendavê.
Emîn diyar kir ku derketina avê ji ber ziyanên ku gihîtine bendavê di salên bûrî de û bilindbûna asta ava embarkirî.
Ebdulezîz Emîn got ku rewşa bendavê niha aram e û kar berdewam e ji bo çareserkirina pirsgirêkê.
Bendava başûrê Hesekê mezintirîn bendav e li devera Cizîrê û karîna wê ya embarkirina avê digihe 605 milyon mitrên sêcar.