Wezareta Enerjiyê: Em kar dikin ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê li Dêra Zorê
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê ragihand ku ew li ser du qonaxan kar dikin ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê li Dêra Zorê piştî bilindbûna asta ava çemê Feratê û derketina hin westgehên avê ji xizmetê.
Wezareta Enerjiyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku piştî bilindbûna asta ava Feratê û derketina hejmarek westgehên avê ji xizmetê, tîmên wê kar li ser du qonaxan dikin ji bo misogerkirina ava vewxarinê ji welatiyan re.
Daxuyaniyê da zanîn ku di qonaxa yekê de, 10 westgehên avê vegeriyan xizmetê û di qonaxa duyem de, av dê ji bo deverên ku westegehên avê lê ji kar derketine, were peydakirin.
Derbarê rewşa avê li Reqayê jî, wezaretê got ku derketina hin westgehên avê ji xizmetê bandor li ser belavbûna avê li ser welatiyan nekiriye ji ber ku torên belavkirina avê bi hev ve girêdayîne.