Hikûmeta Sûriyê: Em kar dikin ji bo parastina welatiyan li Dêra Zorê û Reqayê

Hikûmeta Sûriyê: Em kar dikin ji bo parastina welatiyan li Dêra Zorê û Reqayê

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Hawarçûn û Birêvebirina Karesatan a Sûriyê ragihand ku tîmên wê bi karên bilez radibin ji bo prastina sivîlan li Dêra Zorê û Reqayê piştî bilindbûna asta ava çemê Feratê.

Wezaretê di daxuyaniyekê de got ku tîmîn wê karên bersivdana bilez li Dêra Zorê û Reqayê encam didin ji bo parastina welatiyan û kêmkirina ziyanan li ser jêrxaneyên xizmetguzariyê.

Daxuyaniyê diyar kir ku ji bo rûbirûbûna ziyanan, odeyeke hawarçûnê hatiye avakirin ku Wezaretên Hawarçûn û Birêvebirina Karesatan, Tendirustî, Berevanî, Navxwe, Karûbarên Civakî û Kar û parêzgehên Dêra Zorê û Reqayê li xwe digire.

Di vê derbarê de, Wezîrê Hawarçûn û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih ji Dêra Zorê da zanîn ku 2400 malbat li deverên cuda rastî ziyanan hatine û selametiya xelkê li Dêra Zorê û Reqayê û jêderên wan ên abûrî xaleke bingehîn ji wan re.

Ev çend rojin Turkiyê ava zêde ji bendavên xwe berdide, ev jî bûye sedem e ku ava çemê Feratê de li Sûriyê zêde û gelek zevî û milkên welatiyên Sûriyê li derdora Feratê rastî ziyanan hatine.