Rewangeha Sûrî: 6 welatî bûne qurbaniyên êrîşeke çekdarî li Hemayê
Welat TV - Hewlêr
6 welatî bûne qurbaniyên êrîşeke çekdar li gundewarê rojavayê Hemayê.
Rewangeha Sûrî ya mafên Mirovan da zanîn ku di êrîşeke çekdarî de li gundê Qahîra li deşta Xab li Hemayê, 2 welatî ji pêkhateya Murşidî hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn.
Li gorî rewangehê, 2 kesan bi rêya motorsîklekî ew êrîş encam da û hîn nasnameya wan kujeran an sedemên êrîşî ne diyar in.
Ji destpêka salê ve, bi dehan kes li Sûriyê bûne qurbaniyên karên tolvekirinê, vê yekê jî bandoreke nerênî li aramî û seqamqîriyê kiriye.
Li gorî amarên rewangehê, ji destpêka 2026an ve, 91 kes li Sûriyê bûne qurbaniyên karên tolvekirinê li Sûriyê.