Xelkê Cebel Eqîl daxwaza vegrandina zeviyên xwe dikin
Welat TV - Hewlêr
Li bajarê Babê yê gundewarê Helebê xwepêşandanek bi rê ve çû û banga rakirina bingeheke hêzên Turkiyê hate kirin.
Îro, xelkê Cebel Eqîl li bajarê Babê derketin xwepêşandanê li pêş bingeha Türkiye û banga vegerandina zeviyên xwe û qerebokirinê kir.
Li gorî ku xelk dibêje ji beriya 9 salan ve û dema ku hêzên Turkiyê ew bingeha xwe li wir ava kir, 400 malên wan jî hatin xerabkirin û bi sedên malbatan koçber bûn.
Xwepêşanderan her weha banga valakirina wê bingehê kir.