Libnan.. 8 endamên malbateke Sûrî bûne qurbaniyên êrîşekê

Libnan.. 8 endamên malbateke Sûrî bûne qurbaniyên êrîşekê

Welat TV - Hewlêr

8 endamên malbateke Sûrî di bombebaraneke Israîlê de li Başûrê Libnanê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî ragihandina fermî ya Libnanê, devera Hartiyê li bajarê Seyda rastî êrîşeke esmanî ya Israîlê hat, di encamê de 8 welatiyên Sûriyê hatin kuştin û di nava wan de zarok jî hene.

Ji aliyê xwe ve, jêdereke xwecihî ji Welat TV re got, Malbat ji şêniyên bajarê Hemayê ye, qurbanî, bav û dayîk û 6 zarokên wan in.

Ji Adara bûrî ve û hevdemê bilindbûna asta êrîşên Israîlê li başûrê Libnanê, hejmarek ji Welatiyên Sûriyê bûne qurbanî û jiyana xwe ji dest daye.