Endamekî DAIŞê li gundewarê Helebê hate kuştin
Welat TV - Hewlêr
Endamekî rêxistina DAIŞa terorsît ji aliyê hêzên arêtşa Sûriyê li gundewarê Helebê hate kuştin.
Medyaya Fermî ya Sûriyê da zanîn, Endamekî rêxistina DAIŞa terorsît dema ku hewl dida xwe li nêzîkî navendeke firqeya 76an a artêşa Sûriyê biteqîne, hate kuştin.
Medyaya Sûrî diyar kir, ew kes li ser matorsîklekê nêzîkî navendê bûbû lewma rastî gulebaranê ji aliyê endamên firqeyê ve het, û di wê demê de wî kesî xwe teqand lê tu ziyan di encamê de nehatin tomarkirin.