Hewlêr.. Zarokekî ji Kobaniyê di bûyereke çûnûhatinê de jiyana xwe ji dest da
Welat TV - Hewlêr
Zarokekî ji Kobaniyê li Hewlêrê di bûyereke çûnûhatinê de jiyana xwe ji dest da.
Zarokê bi navê Ebdulah Bozan di bûyereke çûnûhatinê di navbera 2 motorsîklan de li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.
Jêderên nêzîkî malbata Bozan da zanîn ku dema Ebdulah motorsîklê hevalê xwe ajot, li motorsîklekî din xist, û di wê bûyerê de jiyana xwe ji dest da.
Ebdulah Bozan ji gundê Qazanê yê navçeya Çelebiyê ye li gundewarê Kobaniyê.
Ajotina motorsîklan bê pabendbûnê bi rênmayên xweparastinê, metirsiyeke zêde li ser jiyana xelkê dirust dike, her weha li gorî rênmayên çûnûhatinê nabe mirov beriya ku temenê wî bibe 16 sal motorsîklan bajo.