Dêra Zorê.. 3 westegehên ava vexwarinê careke din ketin kar
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê ragihand ku wan 3 westgehên ava vexwarinê li Dêra Zorê careke din xistine kar, ku avê ji bo derdora 450 hezar kesî peyda dikin.
Wezareta Enerjiyê îro di daxuyaniyekê de diyar kir ku tîmên wê westgeha Feratê ya ava vexwarinê bi temamî xiste kar ku dikare avê ji bo 400 hezar kesî peyda bike.
Daxuyaniyê her weha da zanîn ku westgehên Dirinc û Cela´ jî ketine kar û dikarin ava vexwarinê ji bo derdora 50 hezar kesî peyda bikin.
Li gorî Wezaretê, kar berdewam e ji bo vegerandina seqamgîriyê ji rewşa avê re li Dêra Zorê.
Di çend rojên bûrî de, ji ber lehiya Çemê Feratê hejmarek westgehên ava vexwarinê li Dêra Zorê ji kar ketin û kirîzeke avê derket holê.