3 zarok di çemê Feratê de li Dêra Zorê bin av bûn
Welat TV - Hewlêr
3 zarok di çemê Feratê de li Dêra Zorê bin av bûn, yek ji wan hat rizgarkirin.
Îro 3 zarok li Dêra Zorê di ava Feratê de bin av bûn, zarokekê jiyana xwe ji dest da, zarokek hate rizgarkirin û lêgerîn li zaroka din berdewam e.
Duh jî, 4 kes li deverên Cuda li Dêra Zorê di ava Feratê de bin av bûn û yek ji wan hat rizgarkirin.
Beriya niha û piştî bilindbûna asta ava Feratê, Wezîrê Hawarçûn û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih ragihand ku çemê Feratê bûye kujerekî metirsîdar û bang li welatiyan kir ku melevaniyê tê de nekin.
Ji bilî ziyanên canî, bilindbûna asta ava Feratê ziyanên madî yên mezin jî gihandin welatiyan li herdu aliyên çem ji bajarê Cerablusê ta Bûkemalê.