Serê Kaniyê.. Şandeke UNICEFê rewşa westgeha Elok dişopîne

Serê Kaniyê.. Şandeke UNICEFê rewşa westgeha Elok dişopîne

Welat TV - Hewlêr

Şandeke Rêxistina Netewên Yekgirtî ya Zaroktiyê (UNICEF) serdana westgeha Elok a avê li Serê Kaniyê kir ji bo şopanndina rewşa wê.

Îro şandeke UNICEFê ji Şamê gihîşt Serê Kaniyê ji bo şopandina karên çakirina westgeha Elok ji nêzîk ve.

Rêveberiya ragihandina parêzegha Hesekê ragihand ku şanda Netewên Yekgirtî qonaxên çakirina westgeha Elok ji nêzîk ve şopandin ji ber girîngiya wê di bihêzkirina rewşa avê de li deverê.

Piştî rêkeftina 29ê Çileyê, hikûmeta veguhêz a Sûriyê dest bi karên çakirina westgeha Elok kir û ew kar hîn berdewam in.

Westgeha ava Elok, jêdera sereke ya ava vexwarinê ye ji 1.5 milyon kes re li bajarên Hesekê û Til Temirê, piştî kontirolkirina Serê Kaniyê ji aliyê Turkiyê û grûpên bi ser ve, sala 2019an, ava wê westgehê hatiye birîn û kirîzên dijwar li pey xwe hîştine.