Yekemîn pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Hewlêrê bi rê ve diçe

Welat TV - Hewlêr

Çalakiyên Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî di bin diruşma “Bi Kurdî Nivîsîn – Bi Kurdî Hizirkirin” li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dest pê kir. 

Bii dehan weşanxaneyên Kurdî  û navendên çapkirinê ji tê de beşdar in.

Çalakiyên vê pêşangehê ta 10ê vê meha Hezîranê berdewam dikin.

Serperiştyarê Giştî yê Pêşangehê Rêbîn Fetah ji Welat TV re got  di pêşangehê de, bêtirî 130 weşanxane, dezgeh û navedên çapkirinê yên Kurdî ji herçar parçên Kurdistanê, beşdar in:

"Me karî bi awayekî serkeftî yekem roja pêşangehê dest pê bikin".

Amadebûyî û serdankerên Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Hewlêrê dilxweşiya xwe derbirand û weke karekî serkeftî nirxand.

Ev pêşangeh dibe cihekî hevdîtin, giftûgo û naskirina berhemên herî nû, her weha Nivîskar û Xwêner ji li hev dicivîne ji bo bihêzkirina tevgera rewşenbîrî ya Kurdî bi giştî.