Parêzgarê Hesekê û Nûnera UNICEFê li Sûriyê doseya westgeha Elok gotûbêj kir

Parêzgarê Hesekê û Nûnera UNICEFê li Sûriyê doseya westgeha Elok gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Parêzagerê Hesekê Nûredîn Ehmed û şandeke Netweên Yekgirtî doseya ava westgeha Elok û başkirina rewşa xizmetguzarî li Hesekê gotûbêj kirin.

Prêzgarê Hesekê û nûnera Rêxistina Netewên Yekgirtî bo Zaroktiyê (UNICEF) li Sûriyê Mîrtşêl Arana civiyan û hejmarek mijarên xizmetguzarî gotûbêj kirin.

Parêzgeha Hesekê di daxuyaniyekê de ragihand ku doseya ava westegeha Elok û hewlên nûjenkirina wê ji bo misogerkirina gihîştina ava vexwarinê bo bajarê Hesekê û gundewarê wê di demeke nêzîk de.

Parêzgehê diyar kir ku civîn her weha li ser rewşa xwendinê û pêwîstiyên dibistanan rawestiya ji bo peydakirina jîngeheke guncaw ji xwendevanan re.

Daxuyaniyê got jî ku parêzgarê Hesekê tekezî li ser girîngiya berdewamiya hemahingî û hevkariyê di navbera aliyên peywendîdar û UNICEFê de kir ji bo bicîkirina pirojeyên xizmetguzarî û mirovî li parêzgehê.