2 welatî bûn qurbaniyên teqîna paşmayên şer li Heleb û Laziqiyê

2 welatî bûn qurbaniyên teqîna paşmayên şer li Heleb û Laziqiyê

Welat TV - Hewlêr

2 welatî bûn qurbaniyên teqîna paşmayên şer li Heleb û Laziqiyê.

Mayînek li devera Cem´iyit El-Raşidîn li Helebê teqiya, di encamê de, welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Dorîn li bakurê Laziqiyê jî, dema ku ciwanekî kar li nava zeviyekî çandiniyê dikirin, mayînek pê de teqiya û bi giranî birîndar bû.

Li gorî amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji destpêka salê ve, 193 kesan li Sûriyê ji ber teqîna paşmayên şer jiyana xwe ji dest dane û 286 kes birîndar bûne.

Belavbûna paşmayên şer li Sûriyê metirsiyeke mezin li ser jiyana welatiyan dirust dike, û rêxistinên mafnasî û mirovî dibêjin ku paşmayên şer astengiyan li pêş vegera derbider û penaberan derdixe.