Kobanî.. Malbatên girityên HSDê ji parêzgarê Helebê dixwazin ku doseya girtiyan çareser bike

Welat TV - Hewlêr

Bi dehan kes ji malbatên girtiyên HSDê yên li cem hikûmeta Sûriyê bo qonaxa veguhêz li Kobaniyê kom bûn û bang li parêzgarê Helebê Ezam Xerîb kir ji bo diyarkirina çarenivîsa kesûkarên wan.

Îro hevdemê serdana Ezam Xerîb bo Kobaniyê, bi dehan kes ji malbatê girtiyan li pêş avahiya deverê kom bûn, wêneyên kesûkarên xwe û slogan hildan û ji parêzgarê Helebê xwest ku çareseriyekê ji doseya girtiyan re bibîne.

Kesûkarên girtiyan gazinan dikin û dibêjin ku hemû xalên rêkeftina 29ê Çileyê ya di navbera HSD û hikûmetê de tên bicîkirin, bi tenê doseya girtiyan bê çareserî maye.

Destpêka vê mehê, Cîgirê parêzgarê Hesekê û berdevkê tîma serokatiya Sûriyê Ehmed El-Hîlalî ji Welat TV re ragihand ku ta niha nêzîkî 1200 girtiyên HSDê yên li cem hikûmetê hatine berdan û hin girtiyên HSDê ji bo dozên din daxwazkirî ne û divê rewşa wan bi awayekî yasayî were çareserkirin.