Nirxên elektrîka giştî li Dêrikê duqat bilind bûye: "Barê me girantir bû"

Nirxên elektrîka giştî li Dêrikê duqat bilind bûye:

Welat TV - Hewlêr

Nirxê elektrîka giştî li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê duqat bilind bûye, nirxê her kîlowateke elektrîkê ji 2 sentan bûye 4 sent.

Bilindkirina nirxan karvedanên nerazîbûnê di nava welatiyan de derxistine.

Hisên Mîrza welatiyekî bajêr e diyar kir ku di mehekê de du caran nirx hatiye bilindkirin û ew yek zêdeyî karînên wa ye, barê me girantir kiriye. 

Ji aliyê xwe ve, berpirsê Saziya Elektrîkê li Dêrikê ji Welat TV re got, "Kartên elektrîkê yên 300 kîlowat ji bo dema 2 mehan in û nirxê kîlowatê bi 600 lîreyên Sûriyê hatiye destnîşankirin, û eger welatî di wê dema destnîşankirî de zêde xerc bikin nirxê her kîlowateke zêdeyî 1400 lîreyan e".

"Rewşê li ber çav bigirin"

Welatî tekez dikin ku di çarçoveya zehmetiya rewşa jiyanê û abûriya lawaz de bilindkirina nirxên elektrîkê barê wan giriantir dike û bang li aliyê pêwendîdar dikin ku rewşê li ber çav bigirin û çareyên guncaw werin dîtin.