Geştên vegera heciyên Sûriyê hatin paşxistin
Welat TV - Hewlêr
Rêveberiya Hec û Umrê ya Sûriyê paşxistina geştên Heciyan ji ber derketina girjiyan û mûşekên Îranê, ragihand.
Rêvberiya Hecê di daxuyaniyekê de got, ji ber mercên niha û guhdanê bi silametiya heciyan tevaya geştên heciyên Sûriyê yên ji Medîneya Munewer bo balafirxaneyên Şamê û Helebê hatin paşxistin.
Rêveberiya Hec û Umrê ya Sûriyê diyar kir ku di dema paşxistinê de ew ê hemû xizmetguzariyan bo heciyan dabîn bikin.
Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sûriyê şeva bûrî ragihand, ku korîdorên esmanî yê başûr li Sûriyê bo dema 12 demjimêran ta 11 sibeha îro hatin girtin, û balafirxaneya Şamê jî di wê demê de girtî ye.