9 sal in helbestvan Ferhad Icmo koça dawî kiriye

9 sal in helbestvan Ferhad Icmo koça dawî kiriye

Welat TV - Hewlêr

Di rojeke weke îro, beriya 9 salan helbestvanê Kurd Ferhad Icmo koça dawî kir.

Ferhad Icmo yek ji helbestvanên navdar ên Rojavayê Kurdistanê ye.

*Jiyan û huner

Ferhad Icmo, jidayikbûyê bajarê Qamişlo ye, sala 1960î ye, di sala 1984an de bawenameya Endezyariya Şaristanî ji zanîngeha Helebê wergirt.

Di sala 1978an de dest bi nivîsandina Helbestê kir, û helbestên xwe bi herdu zimanên Kurdî û Erebî dinvîsandin û gelek hunemendan helbestên wî strandine.

Hin ji navnîşanên berhemên wî yên ku hatine çapkirin ev in:

*Piştî Çi

*Qêrîna Yekemîn

*Evîna Te

*Pelên Spî

*Landik yek

*Landik du ku taybet bi zarokan in.

*Koçbarkirin

Di 8ê Hezîrana 2017an de, Helbestvan Ferhad Icmo bi sedema nexweşiya penceşêrê li Qamişlo koça dawiyê kir û li goristana Hilêliyê bi xakê hate spartin.