Agir bi 18 donim zevî li Kobaniyê ket

Agir bi 18 donim zevî li Kobaniyê ket

Welat TV - Hewlêr

10 donim ceh û 8 donim pirêze li gundewarê bajarê Kobaniyê şewitîn.

Îro agir bi zeviyên ceh li gundê Çeqel Wêran li Kobaniyê ket, û bû sedema şewata rûbera derdora 10 doniman.

Jêderên xwecihî da zanîn ku sedema wî agirî şorteke elekitrîkê bû û ji aliyê tîmên vemirandina agir û xelkê gund ve hate vemirandin.

Li bajarokê Şêranê jî, agir bi pirêzeyekê ket û derdora 8 doniman ji wê pirêzê şewitîn, li gorî jêderan, ew agir gelekî nêzîk bû ji zeviyên genim, û berî ew agir bigihe wan zeviyan ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hate kontirolkirin.

Duh jî, agir bi zeviyên çandiniyê li hejmarek dever li Kobanî û Cizîrê ket û 85 donim şewitîn.