Rojenamevanê Helkewt Ezîz di bûyereke çûnûhatinê de jiyana xwe ji dest da

	Rojenamevanê Helkewt Ezîz di bûyereke çûnûhatinê de jiyana xwe ji dest da

Welat TV - Hewlêr

Rojenamevanê Kurd Helkewt Ezîz di bûyereke çûnûhatinê de jiyana xwe ji dest da û Baregeha Barzanî sersaxê li malbata wî kir.

Rojnamevan Helkewt Ezîz li ser sêya di navbera Bexda û Besrayê de rastî bûyereke çûnûhatinê hatibû, barhilgirekê li otombîla wî dabû û bi giranî birîndar bûbû.

Helkewt Ezîzî bo nexweşxaneyekê hat veguhsetin, lê ji ber birînên xwe yên giran îro piştî nîvro jiyana xwe ji dest da.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de sersaxî ji malbat, kesûkarên Helkewt Ezîz û hemû rojnamevan û xebatkarên ragihandina Kurdistanê re xwest û da zanîn ku ew xwe hevparê xema wan dibînin.

Helkewt Ezîz ji bajarê Kerkûkê ye, sala 1989an li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye, derçûyê beşê şanoyê yê peymangeha hunerî li Kerkûkê ye û derdora 16 salan karê ragihandinê dikir.