Nêçîrvan Barzanî: Mesîhî beşeke resen a pêkhateyên gelê Kurdistanê ne

Nêçîrvan Barzanî: Mesîhî beşeke resen a pêkhateyên gelê Kurdistanê ne

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraqê û cîhanê Mar Pawlosê Sêyem Nona civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, "Di hevdîtinê de, rewşa giştî ya pêkhateyan û mesîhiyan bi taybetî û girîngiya parastina çanda pêkvejiyanê, hevdûqebûlkirin û lêbûrîna di navbera pêkhatên cuda de li Herêma Kurdistanê û Iraqê hate gotûbêjkirin".

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku mesîhî beşeke resen a pêkhateyên gelê Kurdistanê ne û wek her dem dê parêzerê mafên wan be. Kurdistan dê ji bo her dem, bê cudahî, wek landik û niştimanê hemû pêkhateyan bimîne û parêzerê çanda pirengiyê be.

Ji aliyê xwe ve, Patriyark pesna rola dîrokî û berdewam a Herêma Kurdistanê da wek penageheke aram ji bo hemû pêkhateyên olî û neteweyî. Her weha spasî û rêzgirtina xwe ji bo rola û piştgiriya berdewam a Serok Nêçîrvan Barzanî di mafê pêkhateyan de dubare tekez kir.