Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îtalyayê li Iraqê civiyan
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îtalyayê li Iraqê Nîkolo Vontana civiyan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, di civînê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya serok û gelê Îtalyayê li ser xelatkirina xwe bi bilindtirîn xelat kir, û dît ku gaveke girîng a dostaniya rasteqîne û bihêzkirina peywendiyên dualî ne.
Di civînê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îtalyayê li Iraqê Nîkolo Vontana tekezî li ser bihêzkirina peywendiyan kir û nerîn li ser berfirehkirina hevkariyê di hemû waran de, bi hev guhertin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, ku rewşa hundirîn a Herêma Kurdistanê û pêşhatên deverê jî hatin gotûbêjkirin.