Ji 2011an ve.. Derdora 717 rojnamevanan li Sûriyê hatine kuştin
Welat TV – Hewlêr
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de ragihand, ji Adara 2011an ve derora 717 kesên ku di warê ragihandinê de kar dikin li Sûriyê hatine kuştin.
Duh di Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamegeriyê de, Tora Sûrî da zanîn, hemû aliyên şer li Sûriyê binpêkirin dermafê rojnamegerî û azadiya derbirînê de encam dane weke kuştin, êşkencekirin, destdirêjiya li ser dezgehan û astengkirina azadiya rojnamegeriyê.
Raportê diyar kir, ji Adara 2011an ve ta 2024an, 717 kesên ku di warê ragihandinê de kar dikin di nav wan de 7 zarok, 6 jin û 9 rojnamevanên biyanî hene li ser destê aliyên şer li Sûriyê hatine kuştin.
Serbar kir, ji hejmara ku hatiye belgekirin 53 kes di bin êşkenceyê de hatine kuştin her weh 1612 kes birîndar bûne.
"1358 hatine girtine"
Li gorî Tora Sûrî, 1358 kes jî li seranserê Sûriyê hatine girtin, ji wê hejmarê 486 kes di nav wan de 9 jin û 17 rojanmevanê biyanî hene ta niha girtîne yan jî hatine wendakirin.
Raportê bang li encûmena ewlehî û civaka navdewletî kir ji bo dîtina çareseriyekê ji kirîza Sûrî re û avakirina dewleteke democrat rêzê li rojnamegerî û azadiya derbirînê dike.
Li Rojavayê Kurdistanê jî, beriya mehekê, çekdarên PYDê rojnamevanên Kurd Ehmed Sofî û Rakan Ehmed revanndin, tevî hemû bangan hîn jî çarenivîsa wan ne diyar e.