SJA nîgerraniya xwe derbarê rewşa azadiya rojnamegeriyê de li Sûriyê derbirand

SJA nîgerraniya xwe derbarê rewşa azadiya rojnamegeriyê de li Sûriyê derbirand

Welat TV - Hewlêr

Komeleya Rojnamevanên Sûrî “SJA” nêgeraniya xwe derbarê rewşa azadiya rojnamegeriyê de li Sûriyê derbirand.

Duh di Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamegeriyê de Komeleya Rojnamevanên Sûrî da zanîn, karê rojnamegeriyê li Sûriyî hîn jî rastî astengiyên mezin tê, rojnamevan rastî girtin, wendakirin û êşkencekirina ta mirinê ji 2011an ve tên bê ku encamderên van tawanan di serî de rêjîma Sûrî werin sizakirin.

Komeleyê bang li hemû aliyên şer li Sûriyê kir ji bo rawestandina tundûtûjî û gefxwarina li dijî rojnamevanan, misogerkirina parastina wan û rêzgirtinê li karê wan.

SJA bang li civaka navdewletî û rêxistinên yasayî kir ku fişarê li ser rêjîma Sûrî û aliyê şer zêde bikin ji bo dabînkirina keşûhewayeke ewleh ji karê rojnamegeriyê re.

Her weha Komeleyê daxwaza serbestberdana hemû rojnamevanan bi şêweyekî yekeser û bê şer û merc kir.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan jî di raportekê de ragihand, ji Adara 2011an ve derora 717 kesên ku di warê ragihandinê de kar dikin li Sûriyê hatine kuştin.