Nêçîrvan Barzanî: Graham dostekî hêja yê gelê Kurdistanê bû
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi koçbarkirina Senatorê Emerîkî Lindsey Graham peyameke sersaxiyê belav kir û got ku dostekî hêja yê gelê Kurdistanê bû.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, bi koça dawî ya Senator Lindsey Graham gelekî xemgîn in. Ew dostekî hêja yê gelê Kurdistanê bû.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de diyar kir, Piştgiriyên Graham yên negor bo Kurdistanê dê bimînin cihê spasdarî û pêzanînê.
Di dawiyê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, sersaxiyê ji malbat, dost û hevkarên wî re dixwazim.