Perwerdeya Hesekê bang li mamosteyên dûrxistî dike
Welat TV - Hewlêr
Rêveberiya Perwerdeyê li Hesekê bang li tevaya mamosteyên ku bi sedema şoreşa Sûriyê ji kar hatine dûrxistin kir, ku rêkaran temam bikin da ku careke din bo kar werin vegerandin.
Rêveberiya Perwerdeyê li Hesekê got, mamosteyên ku ta niha kaxezên xwe pêşkêş nekirine bila seredana avahiyê rêveberiyê bikin û rêkarên îmzekirina girêbestên xwe temam bikin.
Rêveberiya Perwerdeyê li Hesekê her weha diyar kir ku dawî dem ji bo temamkirina rêkaran ta dawiya vê meha Tîrmehê ye.