Rêveberiya Efrînê: Divê bazirgan nirxan bi lîreya Sûrî ragihînin
Welat TV - Hewlêr
Rêveberiya Devera Efrînê hişyarî da xwedanên dukanên bazirganiyê û got divê nirxên kelûpelan bi dirava Sûrî werin ragihandin.
Rêveberiya Devera Efrînê di giştnameyekê de got, divê hemû xwedanên dukanên bazirganiyê li bajarê Efrînê û gundewarê wê bi ragihanidina nirxên hemû kelûpel û madeyên bo frotinê, bi lîreya Sûrî, pabend bin.
Rêveberiya Devera Efrînê got jî divê nirx bi zelalî li ser kartekê were danîn, ji bo kesê bikarhêner agahdarî nirx be, di dema niha de ragihandina nirxan bi herdu lîreyên Sûrî û Turkî ne qedexe ye, lê divê nirxê bi lîreya Sûrî hatî ragihandin, yê sereke be.
Rêveberiya Devera Efrînê da zanîn jî ku dewriyên çavdêriyê dê gerên meydanî encam bidin û her kesê ku pabend nebûbe dê rêkarên pêwîst di dermafê wî de werin standin.