Wezareta Hawarçûnê: 981 proseyên rakirina mayînan hatine encamdan
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Hawarçûn û Birêvebirina Karesatan a Sûriyê amarên girêdayî rakirina mayîn û paşmayên şer de yên nîva yekem yên vê sale belav kirin.
Li gorî amaran, tîmên rakirina paşmayên şer û ji navbirina mayînan yên wezaretê 981 proseyên rakirina mayînan encam dane, her weha 369 proseyên lêgerînê yên ne teknîkî encam dane.
Wezareta Hawarçûn û Birêvebirina Karesatan diyar kir ku tîmên pêwendîdar, ew paşma li gorî rêkarên guncaw pûç kirin, ji bo gerentîkirina parastina sivîlan.
*Qurbaniyên teqîna paşmayên şer
Li gorî dawîn amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ji destpêka salê ve û ta niha, 534 kes li seranserê Sûriyê bûne qurbaniyên paşmayên şer, ji wê hejmarê 219 kesan canên xwe ji dest dane û her weha 315 kes birîndar bûne.