Sûriyê û Kiwêtê berfirehkirina asoyên hevkariyê gotûbêj kir

Sûriyê û Kiwêtê berfirehkirina asoyên hevkariyê gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Sûriyê û Şahzadêcihnişînê Kiwêtê pêşhatên herêmî û berfirehkirina asoyên hevkariyê gotûbêj kirin.

Îro Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed Şeybanî û Şahzadêcihnişînê Kiwêtê Sebah Xalid Hemed Sebah li Kiwêtê civiyan.

Wezareta Derve ya Sûriyê da zanîn ku di civînê de, çawaniya bihêzkirina peywendiyên dualî û berfirehkirina asoyên hevkariya hevbeş gotûbêj kir.

Wezaretê got jî ku pêşhatên herêmî û hewldanên bihêzkirina aramî û seqamgîriyê li deverê hatin gotûbêjkirin.