Efrîn.. Şevbuhêrkeke hunerî kulturî bi rê ve çû

Welat TV - Hewlêr

Li Efrînê şevbuhêrkeke hunerî bi rê ve çû, tê de tabloyên hunerî yên cuda ji folklora deverê hatin pêşkêşkirin.

Navenda Rewşenbîrî ya Efrînê şevbuhêrekeke hunerî çandî li dar xist, tê de, koma mûzîkî Roh Band û hejmarek hunermend beşdar bûn û tabloyên hunerî ji çand û kultûra deverê pêşkêş kirin.

Di şevbuhêrkê de, xelkê Efrînê, aliyên hikûmî û şandek ji berevaniya sivîl beşdar bûn.

Berpirsa çalakiyan di navenda Efrînê ya rewşenbîrî de Lava Îbo ji Welat TV re da zanîn ku armanca wan ji vê çalakiyê ji bo parastina nasnameya çandî ya deverê.