Ava Elok piştî 4 rojên din digihe tevaya Hesekê

Ava Elok piştî 4 rojên din digihe tevaya Hesekê

Welat TV - Hewlêr

Ava westgeha Elok piştî 4 rojên din digihe tevaya taxên bajarê Hesekê.

Rêveberiya Ava Hesekê ji Welat TV re diyar kir ku piştî çakirina westgeha Ezîziyê, ava Elok dê bigihe tevaya taxên Hesekê.

Rêveberiyê da zanîn jî ku karên çakirinê 4 rojan berdewam dikin û piştre av dê ji bo tevaya taxên Hesekê wek têst were berdan.

li gorî rêveberiyê, hemû pirsgirêkên teknîkî yên hêla veguhestina ava Elok ji Serê Kaniyê heta westgeha Himê li Rojavayê bajarê Hesekê hatine çakirin û av di qonaxa têstê de gihişt çend taxên derdora Hesekê wek taxên Mişêrfê, Umran û Micerce´.

Rêveberiya ava Hesekê, berî niha ragihandibû ku ava Elok weke têst tê berdan, û daxwaz ji welatiyan kiribû ku di qonaxa têstê de ew avê ji bo vexwarinê bi kar neyinin.