Sûriyê û Kiwêtê li ser avakirina komîteyeke hevbeş a bilind li hev kir
Welat TV - Hewlêr
Sûriyê û Kiwêtê li ser avakirina komîteyeke hevbeş a bilind ji bo şopandina doseyên hevkariyê li hev kir.
Îro Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed Şeybanî û Wezîrê Derve yê Kiwêtê Cerah Cabir Ehmed Sebah li Kiwêtê civiyan.
Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku di civînê de, li ser avakirina komîteyeke hevbeş a bilind ji bo şopandina doseyên hevkariya hevbeş bi serokatiya Wezîrên Derve yên herdu welatan, hate lihevkirin.
Li gorî Wezaretê, behsa bihêzkirina hemahingî û hevkariya diplomatîk û ya abûrî bi rêya avakirina encûmenke kar a Sûrî – Kiwêtî û çalakirina hevkariya bazirganî, hate kirin.
Wezareta Derve got jî ku Şeybanî tekezî li ser piştevaniya Sûriyê ji Kiwêtê û welatên kendavê re kir li dijî her êrîşekê.