Ewlehiya Navxwe: Nûçeyên belavbûyî ne rast in û tu rêbend li Hesekê nehatine armanckirin
Welat TV - Hewlêr
Fermandariya Ewlehiya Navxwe li Parêzgeha Hesekê ragihand ku tu rêbend nehatine armanckirin û nûçeyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin ne rast in.
Fermandariya Ewlehiya Navxwe li Hesekê di daxuyaniyekê de got ew nûçeyên li ser torên civakî derbarî amadebaşî û tevgerên ewlehiyê û armanckirina rêbendan li parêzgehê red dikin.
Fermandariya Ewlehiya Navxwe her weha bang li welatiyan kir ku xwe dûrî nûçeyên ne bawerpêkirî bikin û zanyariyan ji aliyê fermî bibin.
Duh li ser torên civakî, nûçe hatin belavkirin ku girjî û alozî li Hesekê di navbera hêzên ewlehiyê û HSD derketine û her du hêz di amadebeşiyê de ne.