Serokê Libnanê: Em naxwazin destwerdanên berê werin dubarekirin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Libnanê Cozêf On li Waşintonê di civînekê de li gel endamine Kongrêsê û berpirsên Emerîkî behsa pêwendiyên li gel Şamê û destwerdanê di karûbarên hindirîn de kir.
On got, Em pêwendiyekê li gel Sûriyê li ser bingeha ne destwerdanê di karûbarên hindirîn de, ava dikin, em naxwazin destwerdanên berê werin dubarekirin, ku dikarîbûn ne bi tenê aramiya Sûriyê û Libanê têk bidin, lê ya tevaya deverê têk bidin.
Serokê Libnanê got, eger Israîl vekişe û artêşa Libnanê kontrola temamî wergire, kişandina çekên Hizbulah dê pêkan be.