Marco Rubio: Hizbulah dijminê Hikûmeta Sûriyê ya nû ye
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Emerîka Marco Rubio da zanîn ku wan Hikûmeta Sûriyê han daye ku guh bide doseyên navxwe, û Hizbulah dixwaze Hikûmeta Sûriyê lawaz bike.
Rubio di kongireke rojnamevanî de got ku hîn Sûriyê rastî astengiyên mezin û gefan ji hindir tê û DAIŞ hîn heye.
Got jî ku wan Sûriyê ji lîstetya welatên piştgir ji terorê re derxist û bihêvî ne ev yek bibe sedema geşbûna abûrî,
Wezîrê Derve yê Emerîka got ku dîroka Sûriyê ya dirêj di pêkvejiyana pêkhateyan de heye ku Sune, Şî’e, Krstiyan û Kurd li gel hev dijîn:
"Me desthilatdarên Sûriyê han dane ku dewleteke niştîmanî ava bikin".
*"Hizbulah dijminê Hikûmeta Sûriyê ye"
Wezîrê Derve yê Emerîka Marco Rubio got ku Hizbulah dijminê Hikûmeta Sûriyê ya nû ye û hewl dide wê lawaz bike:
"Tişta baş ku Sûriyê dikare bike, ew e ku sînorên xwe li gel Libnanê ewleh bike, da ku tu çek di sînor re neçin û aramiya Sûriyê têk nedin".