Israîl derdora Şamê armanc kir

Israîl derdora Şamê armanc kir

Welat TV - Hewlêr

Balafirên şer ên Israîlî derdora Şama paytexta Sûriyê armanc kir û ziyan hatin tomarkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, berbanga îro balafirên Israîlî leşkergeheke rahênanê û navenda rewşenbêrî ya tevgera Elnecba ya Îraqî li devera Seyida Zêneb li Şamê armanc kirin.

Serbar kir, hevdemê êrîşên esmanî dengê teqînan li devera Elkiswa hat bihîstin û zanyarî derbarê ziyanên canî de hene.

Rewangehê amaje kir, ev êrîşa Israîlî ya sêyem e li Sûriyê di meha Gulanê de.

Li gorî amarên rewangehê, ji destpêka 2024an ve, Israîl 38 êrîş li Sûriyê encam dane jê 26 esmanî û 12 bejayî bûn, di encamê de, 75 baregeh, navend, alavên leşkerî û embarên çekan hatine armanckirin.