Dirbêsiyê bê elekitrîk e

Dirbêsiyê bê elekitrîk e

Welat TV - Hewlêr

Ev çend roj in welatiyên bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê di tariyê de dijîn.

Li gorî jêderên xwecihî, zêdetirî sê rojan ne, xelkê Dirbêsiyê di tariyê de dijîn ji ber birîna para mazotê ya taybet bi xwedanên jeneratoran ji aliyê rêveberiya PYDê ve bê ku sedeman diyar bike.

Jêderan diyar kir, rêveberiya PYDê nirxê Ampêreke elektrîk ji 12 bo 14 hezar Lîreyên Sûrî li Dirbêsiyê bilind kir û demjimêrên dabînkirina elektrîkê ji 8 demjimêran daxist 6an.

Di destpêka Gulanê de, nirxê sotemeniyê li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontirola PYDê de bilind bû û nerazîbûn derkitine holê.

Bilindbûna nirxê sotemeniyê di demekê de tê ku HSDê tankên petrolê bo deverên rêjîma Sûrî û komên çekdar dişîne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di vîdyoyekî eşkere kir, hejmarek tankên barkirî bi sotemeniyê ji deverên di bin kontirola HSDê de bi rêya dergehê Om Cilûd li gundewarê bajarê Minbicê derbasî deverên bin kontirola komên çekdar ên ser bi Turkiyê ve bûn.