Bi beşdariya 913 fîlman.. Gera 7emîn a Festîvala Kobaniyê ya Sînemayê ya Navdewletî dest pê dike
Welat TV - Hewlêr
Çalakiyên Gera 7emîn a Festîvala Kobaniyê ya Sînemayê ya Navdewletî sibe bi beşdariya 913 fîlman li Elmanya dest pê dikin.
Çalakiyên Festîvalê li bajarê Gêlsinkêrşin li Elmanya sibe 4ê mehê dest pê dikin û ta 6 Êlûnê berdewam dikin.
Di çalakiyên festîvalê de, hejmareke berfireh ji derhêner, Akter û hezkerên Sînemayê beşdar dibin.
Her weha, 913 fîlm ji 102 welatan bo Festîvaala Kobaniyê ya Sînemayê hatine şandin.
Rêkxerên çalakiyê dibêjin ku armanc ji festîvalê avakirina pireke çandî ye di navbera sînemaya Kurdî û cîhanî de.