Ji koçberiyê bo cihên biryarê.. Çalakvanekî ji Kobaniyê xwe berbijêrî hilbijartinên Siwêdê kiriye

Welat TV - Hewlêr

Çalakvanê ji Kobaniyê Mûsa Besrawê xwe berbijêrî hilbijartinên herêma Kalmar li Siwêd kiriye û dixwaze bigihe cihê biryarê li wî welatî.

Mûsa Besrawê li ser lîsteya partiya socyalîst a demokrat a Siwêdî xwe berbijêrî hilbijartinan kiriye, ku partiyeke miyanrew e û giringiyê dide mijarên civakî, xwendin, tendirustî, kar û yeksaniyê.

13ê vê mehê hilbijartin li Siwêd bi rê ve diçin, ku hilbijartinên perlemanê yên herêm û şaredariyan li xwe digirin.

Mûsa Besrawê jî niha li gel partiya xwe bernameya xwe ya hilbijartinan ji xelkê re şirove dike û ji wan dixwaze ku piştevan bin.

Mûsa Besrawê derçûyê kolêja abûrî ye li zanîngeha Helebê û li zanîngeheke Siwêd jî zanistên siyasî û peywendiyên Navdewletî xwendiye û niha xwendina bilind temam dike.

Mûsa sala 1986an ji dayik bûye, sala 2015an ji ber şer û rewşa xerab li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê koçberî Siwêd bû û tevlî civaka wî welatî bûye, ji sala 2018an ve bûye endamê partiya socyalîst a demokrat a Siwêdî û hewl dide ku bigihe cihên biryarê.