Kuştina ciwanekî Kurd karvedanên berfireh li Cizîrê derxistin
Welat TV - Hewlêr
Kuştina ciwanekî Kurd li Serê Kaniyê, karvendanên berfireh û girjî derxistine holê û ewlekariya navxwe dibêje ku wê encamderekî tawanê girtiye.
Samî Şêxmûs ku bi Sîpan tê naskirin, ji aliyê hin çekdaran ve hatibû revandin û duh wan çekdaran kuştina wî di kurtvîdoyekê de belge kir.
Piştî çêbûna wê tawanê, karvedan û girjî derketin, û malbata Sîpan û xelkê deverê banga girtina tawanbaran û sizadana wan kir.
Di vê derbarê de, ewlekariya navxwe li Hesekê daxuynaiyek ragihand ku di çarçoveya şopandina doseya kuştina Samî Şêxmûs de, û li ser bingeha zaniyarî û vîdyoyên belavbûyî, hêzên wê dose şopand û termê wî li nêzîkî gundê Hilû li Serê Kaniyê dît, û diyar bû ku ew bi sedema gulebaranekê hatiye kuştin.
Ewlekariyê herweha da zanîn ku di encama lêkolînên destpêkî û belgeyên berdest, wan kariye kesê tawanbar nas bikin û lêgerîn lê berdewam e da ku bo aliyên dadwerî were radestkirin.
Ev demeke bûyerên ewlehî û tawan li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi awayekî berçav zêde bûne, û tawan û pirsgirêkên ewlehî bi awayekî berfireh tên encamdan, û ta niha ew bûyer nehatine kontrolkirin û asoyên çareseriyan jî nediyar in.