Nirxên sotemeniyê li Sûriyê hatin bilindkirin
Welat TV - Hewlêr
Li gundewarê Hesekê nerazîbûn ji ber bilindbûna nirxên sotemeniyê derketin.
Îro li bajarokê Mergeda yê gundewarê Hesekê xelkê rê girt û tayer şewitandin, û banga kêmkirina nirxên sotemeniyê yê bilind ku bandorê li hemû warên jiyanê dike, kir.
Duh bi biryareke fermî nirxên sotemeniyê li Sûriyê bilind bûn, nirxên nû:
Litra Benzîna okatn 95: 19,500 L.S
Litra Benzîna okatn 90: 18,500 L.S
Litra Mazotê: 17,500 L.S
Cereya Xaza Malan: 160,000 L.S
*"Demkî ye"
Komîta destnîşankirina nirxên sotemeniyê li Sûriyê di daxuyaniyekê de da zanîn ku wê biryar daye nirxên sotemeniyê bi awayekî demkî li Sûriyê werin bilidnkirin.
Komîteyê diyar kir, Ev bilindbûna di nirxan de ji ber karê nûjenkirina parzûngeha Baniyas e, û ev nûjenikirin dê bo dema 2 mehan berdewm bike, û diyar kir ku ew neçar bûne nirxan bilind bikin da ku sotemenî li bazarê berdewam bimînin û neyên birîn