Bazirganiya Navxwe li Hesekê: Guhertin di nirxê tûrê nên de tune ye
Welat TV - Hewlêr
Rêveberiya Bazirganiya Navxwe li Parêzgeha Hesekê da zanîn ku guhertin di nirxê nên de tune ye, û 3 nanxaneyên giştî li Hesekê, Amûdê û Qamişlo dê werin nûjenkirin.
Rêveberiya Bazirganiya Navxwe û parastina bikarhêner di daxuyaniyekê de got, tu guhertin di nirx yan jî kêşa tûrê nên de tune ye, û bilindkirina nirxê ji aliyê hin nanxaneyan ve serpêçî ye, û divê tevaya nanxaneyan pabend bin bi nirx û kêşa hatî destnîşankirin û kar li ser başkirina kiwalîtiya nên bikin.
Her weha diyar kir ku 14 nanxaneyên giştî dê li ser 3 qonaxan li parêzgeha Hesekê werin nûjenkirin, û di qonaxa yekem de 3 nanxaneyên giştî têne nûjenkirin, ya Mesakin li Hesekê, nanxaneya Amûdê û nanxaneya pîşesaziyê li Qamişlo.
Di rojên dawiyê de nirxê turekî nên li Hesekê bo 6 hezar lîreyên Sûrî hatibû bilindkirin, li Qamişlo bo 5000 hezaran û li Dêrikê bo 4500 hatibû bilindkirin.