Dîwana helbestvanê koçbarkirî Xelîl Sasûnî li Qamişlo hate îmzekirin

Dîwana helbestvanê koçbarkirî Xelîl Sasûnî li Qamişlo hate îmzekirin

Welat TV - Hewlêr

Dîwana helebestî ya helbestvanê koîbarkirî Xelîl Sasûnî li Qamişlo hate îmzekirin.

Îro bi amadebûna nivîskar, rewşenbîr, hezkiriyên wêjeyê, kesyetiyên siyasî, nûnerên civaka sivîl û malbata helbestvanê koçbarkirî Xelîl Sasûnî, dîwanî helbestî ya Sasûnî ya bi navê (Sîpek ji Berfa Mereto) li Qamişlo hate îmzekirin.

Ahenga îmzekirinê ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan  Sûriya bi rê ve çû, tê de serokê yekîtiya nivîskaran Ebdulsemed Mehmûd rola Sasûnî di xizmeta wêjeya Kurdî de bilind nirxand.

Zimanas Deham Ebdulfetah da zanîn ku ev dîwan helbestên derdora 60 salî ên ku helbestvan Xelîl Sasûnî nivîsandine li xwe digire û xwedan nirxekî wêjeyî yê granbuha ye.

Her weha di ahenga îmzekirinê de, behsa jiyan û xebata Sasûnî û bandora wî di civaka Kurdî de hate kirin.