Paşmayên "Emşat" ji gundê Qermitliqê yê Efrînê derketin

Welat TV - Hewlêr

Paşmayên çekdarên bi navê "Emşat” piştî derketina ji navenda navçeya Şiyê, ji gundê Qermitliqê jî derketin.

Jêderên Welat TV da zanîn ku paşmayên çekdarên bi navê"Emşat” piştî derketina ji navenda navçeya Şiyê, ji gundê Qermitliqê jî derketin.

Ew çekdar piştî ku sala 2018 derbasî Efrînê bû û ta niha li gundê Qermitliqê diman û malên Kurdan desteser kiribûn û kiribûn baregehên leşkerî.

Şeva bûrî jî, paşmayên “Emşata” ji navenda navçeya Şiyê derketin û navendên xwe yên li navenda navçeyê bi temamî vala kirin, ku dest danîbûn ser mal û guvaşgehên welatiyan û jêrxaneyên giştî û weke navendên leşkerî bi kar tianîn.

Di vê derbarê de Çalakvan Mistefa Şêxo ji xelkê navçeya Şiyê ji Welat TV re got: Êdî "Emşat" li Şiyê nema û xelkê navçeyê gelekî şad e û vê rojê dîrokî dibînin.

Tevî derketina wan çekdaran ji navenda navçeya Şiyê, lê hîn paşmayên Emşat û grûpên din ên çekdar li hin gund û deverên Efrînê mane û bûne astengî li pêş vegerandina malên xelkê.

Di salên bûrî de, beriya hilweşandina rêjîma Esed, grûpên çekdar bi taybetî grûpa Emşat gelek binpêkirin li dijî mirovan û sriuştê li Efrînê encam dan, ku ji ber wan binpêkirinan, grûpên Emşat û Hemzat ketin lîsteya sizayan a Emerîka.