Şeri´: Pêwsîtiya Sûriyê bi bingehên leşkerî yên biyanî tune ye

Şeri´: Pêwsîtiya Sûriyê bi bingehên leşkerî yên biyanî tune ye

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê Ehmed Şeri´ ragihand ku pêwsîtiya Sûriyê bi bingehên leşkerî yên biyanî tune ye û ew di danûstandinên rasterast de ne li gel Israîlê.

Ehmed Şeri´ di rûniştineke goftûgoyî de li gel Encûmena Atlantic li New Yorkê da zanîn ku pêwîstiya Sûriyê bi bingehên leşkerî yên biyanî tune ye û ew bi Rûsya re di vê derbarê de rêkeftin û hejmara bingehên wê li Sûriyê bo 2 bingehan hatine kêmkirin û ji bo rahênankirina artêşa Sûriyê tên bikaranîn.

Derbarê hebûna leşkerî ya Turkiyê jî, Şeri´ diyar kir ku ew di gengeşeyan de ne li gel Enqerê derbarê çaçoveya yasayî ya hebûna hêzên wê li Sûriyê.

Şeri´ her weha da zanîn ku ew di danûstandinên rasterast de ne li gel Israîlê ku beriya salekê dest pê kirine û ew danûstandin dê di qonaxan re derbas bin.

Li gorî, Şeri´ qonaxa yekem girêdayî deverên ku Israîlê piştî 8ê Berçileya 2024an dagîr kirin e, û divê Israîl ji deverên ku piştî 1974an dagîr kirine vekişe, piştre ew dikarin behsa lihevtêgihiştinên ewlehî bikin.

Şeri´ her weha got ku eger lihevtêgihiştinên ewlehî bi ser bikevin, ew dikarin dest bi danûstandinan derbarê aştiyeke domdar bikin.