Qamişlo.. Xwepêşandanek li dijî xerabûna rewşa abûrî bi rê ve çû

Qamişlo.. Xwepêşandanek li dijî xerabûna rewşa abûrî bi rê ve çû

Welat TV - Hewlêr 

Xwepêşandanek li dijî bilinkirina nirxên sotemeniyê û buhabûna kelûpelên sereke herweha rewşa xerab a xizmetguzariyan Li Qamişlo hat birêvebirin.

Xwepêşanderan buhabûna nirxê mazotê, û nebûna elektrîkê her weha buhabûna nirxên ampêran red kirin, û daxwaza dîtina çareseriyên biliz ji krîzan re kir.

Xwepêşanderan bang li hikûmetê kir ku ji biryarên xwe vegere û sotemeniyê bi nirxên guncaw peyda bike û nirêxn kelûpelên sereke werin kêmkirin, her weha elektrîk jî mîna deverên din ên Sûriyê were peydakirin.