Amadekariyên vekirina devera bazirganiya azad li Til Koçer tên nirxandin

Amadekariyên vekirina devera bazirganiya azad li Til Koçer tên nirxandin

Welat TV - Hewlêr

Rêveberê giştî yê saziya deverên bazarganiya azad li Sûriyê gereke meydanî li devera bazirganiya azad li Til Koçerê encam da û amadekariyên vekirina wê li pêş weberhênê şopandin.

Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikê li Sûriyê îro ragihand ku Rêveberê giştî yê saziya deverên bazarganiya azad Ehmed Damin serdana devera azad li Til Koçer kir û rewşa wê şopand û amadebûna wê nirxand ji bo vekirina dergehê li pêş weberhênanê.

Desteyê da zanîn ku her weha rêkarên pêwîst ên dabînkirina xizmetguzariyan û asankariyan ji bo destpêkirina kar li devera bazirganiya azad hatin gotûbêjkirin.

27ê Êlûnê Sûriyê û Iraqê pêşxistina dergehên sînorî û berfirehkirina deverên bazirganiya azad li dergehên Til Koçer – Rebî´a û Tenef – El-Welîd gotûbêj kir.

Di vê derbarê de, Desteya Dergehên Sînorî ya Iraqê da zanîn ku dergehê Rebî´a – Til Koçer tê berfirehkirin û 100 donim zevî lê tên zêdekirin ji bo asankirina tevgera barhilgir û tankeran.