Hêzên ewlehiya navxwe li nava bajarê Hesekê belav bûn
Welat TV - Hewlêr
Hêzên ewlehiya navxwe yên Sûriyê li nava bajarê Hesekê belav bûn.
Sibeha îro hêzên ewlehiya navxwe bi hejmarek otombîl li nava taxa Xiwêran li Hesekê belav bûn.
Belavbûna hêzên ewlehiya navxwe li taxa Xiwêran tê beriya xwepêşandana ku biriyare îro piştî nimêja nîvro ji mizgefta Ebû Bekir Sidîq li taxa Xiwêran bi rê ve biçe.
Ew xwepêşandan li ser banga li ser banga hin çlakvanan bajêr bi rê ve diçe, li gorî wan çalakvanan, ew ê daxwaza spandina desthilata hikûmetê û vegera saziyên hikûmî li Hesekê bikin.