Sûriyê gotgotên derbarê civîna bi "Hizbulah" re red dike

Sûriyê gotgotên derbarê civîna bi

Welat TV - Hewlêr

Sûriyê ragihand ku gotegotên derbarê lidarxistina civînekê di navbera berpirsine Sûrî û nûnerên "Hizbulah" de li Turkiyê dûr ji rastiyê ne.

Rêveberiya ragihandina derekî ya wezareta ragihandinê ya Sûriyê da zanîn ku gotegotên derbarê lidarxistina civînekê di navbera berpirsine Sûrî û nûnerên "Hizbulah" de li Turkiyê dûr ji rastiyê ne.

 

 

Ev yek tê piştî ku Ajansa Reuters di raportekê de got ku civîneke nehênî di navbera berpirsên Sûriyê û ”Hizbulah” a Libnanî de li Turkiyê hatiye lidarxistin.

Li gorî ajansa Reuters, di danûstandinên herdu aliyan de awayên kêmkirina asta girjiyan di navbera herdu aliyan de hatin gotûbêjkirin.

Beriya niha jî, ”hizbulah” dabû zanîn ku ew amade ye ji bo peywendiyan bi Sûriyê re.